Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna vîrûsa Koronayê li Îranê karlêkeriyeke zêde li ser kedkaran hebûye

11:13 - 17 Çirriya pêşîn 2021

Belavbûna vîrûsa Koronayê û bilindbûna menca 6ê ya Koronayê di halekê de ye ku beşek ji bajarên Rojhilatê Kurtdistanê û Îranê hêj ji menca 5ê bi tevahî derbas nebûne û rêjeya bêkarî gelek zêdetir bûye.

Cihgirê berpirsê Mala Kedkarên Îranê “Hesen Sadiqî” di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya IRNA ya girêdayê rejîma Îranê de gotiye: “Belavbûna vîrûsa Koronayê bû sedema ji navçûna karê 900 hezar kedkarî û mala kedkarên Îranê çendîn erk bo dabînkirina mafê kedkaran hene”. Gotina wî berpirslê rejîmê di halekê de ye ku rejîma Îranê heta niha pirsgirêkên bingehîn ên kedkaran çareser nekirine.

Pêka amara IRNAyê, 2 milyon û 335 hezar kes bi awayê zazad endamê mala kedkar a Îranê ne.

Di wî halî de ku amarên serast ên Koronayê çendîn beranberê amarên fermî ên rejîma Îranê ne û amarên rejîma Îranê canjidestdan a bi sedema Koronayê derdora 124 hezar kesî û tûşbûn nêzî 5 milyon û 800 hejar kesî daye xuya, rewşa jiyana kedkaran gelek dijwartir bûye.

Enfilasiyon, gendelî, serkuta hovane ya nerizayetiyên kedkaran, nebûna ewlehiya can û kar, kêmbûna heqdestan, cudatîdanîn, nebûna bîmeya kar, nebûna dahat û çendîn pirsgirêkên din ên kedkaran hene ku rejîma Îranê hewlê dide neşiyana xwe li çareserkirina pirsgirêkan bi belavbûna vîrûsa koronayê perdepoş bike.