Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna vîrûsa koronayê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê gelek zêdetir bûye

11:53 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Pêka amarên belavbûyî, ji 22 bajarên ku di rewşa sor a Koronayê de ne, 14 bajar ên Rojhilatê Kurdistanê ne û rejîma Îranê zêdebûna tûşbûn bi vîrûsa Koronayê dêxe stuyê xelkê.

Bi sedema vaksînenekirina xelkê li heyama destpêkirîna Koronayê de mencên belavbûna Koronayê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê girtine ber xwe lê di wê dawiyê de belavbûna vîrûsa Koronayê zêdetir bi sedema vaksînekirina xelkê bi vaksenên Îranê ye ku bi cihê çareserkirinê zêdetir ji 11 hezar kes kirine qurbanî.

Berpirsên rejîmê îdia dikin ku beşeke xelkê amade nîne ku bê vaksînekirinê lê ew di halekê de ye ku vaksenên Îranê bi sedema bê weciyê û nebûna karlêkeriyê êdî nayêne berhemanîn û rejîma Îranê bê wecbûna wan û metirsîdariya wan vaksenan li ser canê xelkê perdepoş dike.

Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji hemû parêzgehên din li rewşa sor a Koronayê de ne; Bi sedem nebûna vaksenên bi wec û herwisa lêdana vaksena bereket di piraniya wan parêzgehan de û herwisa şandina bi kêmî û bi derengiya derman û derziyên hewce bo wan parêzgehan, belavbûna zêdetir a Koronayê di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de li pey xwe aniye.