Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna vîrûsa Koronayê zêdetir ji 100 bajarên Îranê de

10:50 - 8 Adar 2020

Belavbûna vîrûsa Koronayê bi awayekî berfireh dibe, ku di Îranê de zêdetirî ji 100 bajaran bi xwe ve girtiye.

Rejîmê destê xwe danane ser hev û ti tedabîrekê bona berahîkgirtin ji belavbûna zêdetir a Koronayê encam nade, belkî eve xelk bi xwe gorî îmkanatên ber dest xwe diparêzin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî di piraniya bajaran de, xelkê her bi xwe rewşa avirte ragihandine, di parek ji bajarên Kurdistanê de yên wekî, .Xoy, Makû, Selmas, Pîranşehr, Merîwan, Seqiz, Ciwanro, Abdanan, û piraniya bajarên Parêzgeha Loristanê, rewşa avirte û ajîra cihê tirsê hatiye lêxistin û piraniya bazara hatine daxistin û daxwaz kirin ku kes bo bajar û ciheke dinê hatûçûyê neke û îznê nedine kesê xeyrî xelkê wan bajaran ku bên û serdana wan deran bikin.

Roja derbasbûyî di parêzgeha Îlamê de, 3 kesan bi hegera Vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Dawî amar pêka ragihandina berpirsên rejîmê, heya niha 145 kesê canê xwe ji dest dane û 5823 kesan ev vîrûse girtine.