Roja Pêncşemî 9ê Befranbarê, Ajansa Nûçegihaniya “Associated Press” di raporekê de û bi pêka gotinên hêza deryayî ya “Amerîka”yê belavkiriye ku hêzên deryayî li deryaya “Ereb” belemek taybet bi masîgirtinê yê ser bi Îranê ku hilgirê “Hêroîn”ê bûye, zewt kirine.
Pêka rapora “Associated Press” ew belem helgirê 385 kîlo “Hêroyîn” bûye ku nirxa wê nêzî 4 miliyon Dolarê Amerîkayê ye.
Berdevkê Navgana Pêncem yê Amerîkayê “Timothy Hawkins” ku di Rojhelata Navîn de cihgîr bûne gotiye ku ew bar di nava belemek a Îranê de girtine û her 9 kesên nav belemê jî Îranê bûne.
Berê jî di çendîn dever û welatên cuda de, polîsên wan welatan çendîn barên madeyên hişber ku ji aliyê Îranê ve hatibûne şandin, hatine peydakirin û ew zewt kirine.
Perpirsên rejîma Îranê heta niha ti bertekek li derheq wê nûçeyê ji xwe nîşan nedane.