Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belemeke Spaha Pasdaran li Kuwêtê hate zewtkirin

13:38 - 1 Gulan 2021

Belemeke Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ku ber bi welatê Kuwêtê ve diçû, bi hêceta veguhastina barê masiyan ku di nav de madeyên sirker hatibûne veşartinê, ji aliyê wî welatî ve hate zewtkirin.

Li gorî girte vîdyoyekê ku di nav torên civakî de hatiye belavkirin, dide xuya ku Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bi hêceta veguhastina barê masiyan bo welatê Kowêtê ku li rastî de bona şandina madên hişber bûye û li dema vekolîn li wê belema rejîma Îranê li nav zikê masiyan de bi kîloyan madeyên hişber hatine dîtin û ev belema Spaha Pasdaran ji aliyê wî welatî ve hatiye zewtkirin.

Herwisa çend rojan berî niha, 5 milyon hebên “Amiftamîn” ku bona berhemanîna madeya hişber a Şîşe tê bikaranîn û ji aliyê Lubnanê ve bo Erebistanê hatibû şandin, ji aliyê dewleta Erebistanê ve hatiye zewtkirin.