Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belemên Îranê li nêzî gemiyên şer yên Amerîkayê manor lêdane

12:12 - 27 Nîsan 2021

Belemên Spaha Pasdaran li nêzî gemiyên şer yên Amerîkayê manor dane û bi awayekî metirsîdar nêzî wan gemiyan bûne û tevî huşdarîdana gemiyên Amerîkayê bi wan re, ew manor li nêzî gemiyan bi rê ve birine.

Pêka rapora rojnameya “The Wall Street Journal”  berpirsên Hêza Deriyayî ya Amerîkayê ragihandine ku, 3 belemên lezgîn û gemiyek ya cora “Hart 55” a Spaha Pasdaran, bi 2 gemiyên şer yên Amerîkayê heta mewdaya 65 mertan nêzîk bûne û tevî huşdarîdana hêzên Amerîkayê heta 3 demjimêran ew manor berdewam kirine.

Ew core reftara Spaha Pasdaran li sala derbasbûyî jî qewimî bû, lê heta niha ji gemiyek wekî gemiya “Hart 55”, mifah wernegirtibûn.

Di vê raporê de hatiye ku, rejîma Îranê bo heyamê 2 salan û bi mifahwergirtin ji belemên lezgîn, bi awayekî berdewam li derdora gemiyên şer yên Amerîkyê dor lêdidan.

Salek bû ku Spaha Pasdran reftarên wiha sekinandibûn, lê careke din destpê kirine.

Hêzên rejîmê bi armanca fitnesazî hewlê didin ji wan manoran mifahê werbigrin, lê hêzên Amerîkayê ragihandine ku mafê bersivdan bi her kiryareke li dijî xwe hene.