Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belgefîlma “Nanê Pîroz” li festivala Amsterdamê hate nimayişkirin

11:38 - 26 Çirriya paşîn 2020

Belge fîlma “Nanê Pîroz” ku dawî berhema sînemakarê Kurd “Rehîm Zebîhî” ye, li Festivala Amsterdam a welatê Holendê hate nimayîşkirin.

“Nanê Pîroz” dawî berhema xwedêjêrazî “Rehîm Zebîhî” ye ku jiyana kolberan li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide, ji aliyê derhêner “Tûrec Eslanî” û bi rêveberiya wênegirtina wî, ji aliyê kompaniya “MAD Movie”yê ve hatiye berhemanîn; Ew belgefîlm li festîvala fîlm li bajarê Amsterdama Holendê hate nimayîşdan.

Derhêner “Tûrec Eslanî” li derheq wê belgefîlmê got: “Xwedêjêrazî Rehîm Zebîhî bo berhemanîna fîlma “Nanê Pîroz”, bo heyamê 10 salan digel kolberan jiya”.

“Nanê Pîroz” li berdewamiya nimayîşkirinên xwe de li festîvala fîlma “IDFA”ê bi awayê “ONLINE” hate nimayîşkirinê û “tîzer”a wê jî digel hatibû belavkirinê.

Ew belgefîlma navnetewî ji aliyê kompaniya filman a bi navê “Êlî Îmêyc”ê ve hatiye belavkirin.

Festîvala navnetewî ya Amsterdam wek girîngtirîn festîvala belgefîlman ya cîhanê tê naskirin ku îsal bi her 2 awayê online û amade û bi nimayîşkirina berhemên belgefîlmên derhênerên welatên cîhanê, hatiye amadekirin ku heta 2020-12-06 a zayînî dê berdewam be.