Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belûçistan hêj ji dorpêça hêzên ewlehî nehatiye derê

11:44 - 25 Şibat 2021

Sîstan û Belûçistan hêj jî di bin dorpêça hêzên ewlehî yên rejîmê de ye û xelkê Belûç jî di hember zilm û serkuta hêzên rejîmê de dest ji xwenîşandanan ber nadin û ew nerizayetiye rewşeke awarte afirandiye.

Piştî kuştina 16 kesan û birîndarbûna çendîn kesên din yê  xelkê Belûç li “Serawan”ê, xelkê êrîşî kirine ser çend binke û bargehên rejîmê û di navbera hêzên rejîmê û xelkê Belûç de, şer û pevçûn qewimî.

Xelkê bajarê Serawanê êrîşî kirine ser binkeya leşkerî ya Korînê û hêzên rejîmê jî bi awayê rasterast xelkê sivîl dane ber gulleyan.

Pêka hin çavkaniyên nefermî, 4 welatiyên Belûç yên xelkê “Qel`e Bîd” a girêdayê bajarê “Xaş”ê di xwenîşandana nerîzayetiyê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Kanala Telegramî ya “Resedê Belûçistan”ê daye zanîn ku: “Karbidestên ewlehî li bajarê Serawanê, bi welatiyan îznê nadin ku ji bajar derkevin û hatina xelkê bo bajar jî qedexe kirine û rewşeke awarte di wî bajarî de cihgîr bûye”.

Pêka vidyoyên belavbûyî, xwenîşandan li çendîn bajaran de berdewam e û ciwanên Belûç bona parastina xwe dest bi çekan birine û li bajarên “Îranşehir, Serawan, Dizap, Mîr Cawe û Xaş”ê xwenîşandan berdewam in.

Herwisa înternet li çendîn bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê wekî Zahidan, Îranşehir û Serawanê qut bûye.

Herwisa rejîma Îranê ragihandiye ku hêzekî wan ê ewlehî hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye, lê pêka zaniyariyan rejîma Îranê dixwaze kuştina wî bêxe stuyê xelkê û bi wê hêcetê xelkê serkut bike û rewşeke awarte biafirîne.