
Wezîrê Berevanî yê Birîtaniya, “Ben Wallace” daye zanîn ku pêwendiyên Birîtaniya û Erebistanê, yek ji kevintirîn û bihêztirîn pêwendiyên deverê ye û parastina ewlehiya Erebistanê di hember êrîş û gefên Îran û Hûsiyan de, bo Birîtaniyayê pir girîng e.
Roja Duşemî, 7ê Îlonê, Wezîrê Berevanî yê Birîtaniya, “Ben Wallace” daye zanîn ku welatê Erebîstanê yek ji wan welatan e ku pêwendiyên kevnar û bihêz digel Birîtaniyayê hebûye û parastina ewlehiya wî welatî di hember gef û êrîşên Îran û Hûsiyan de, bo birîtaniyayê pir girîng e.
Navbirî tevî baskirin ji hevkariyên zêde di navbera Brîtaniya û Erebistanê de ku zêdetir ji 100 salane bi awayekî mil bi milê hev berdewam e ragihand ku pêwendiyên me bi firotina çekan û hevkariya berevaniyê sînordar nabe.
Herwisa navbirî daye zanîn ku rejîma Îranê hertim şerên elektronîkî bikar aniye ku rewşa deryageriyê û berjewendiyên Erebistan û Îmaratê rastî gefan bike, lê em di hember wan gefan de, hevkariya wan welatan dikin û parastina geviya Hormiz û aboriya welatên Erebî yên di kendavê de ne tenê bo Birîtaniyayê, belkî bo tev deverê girîng e.
Rejîma Îranê bi piştevaniya siyasî, abor û cebilxaneyan ji Hûsiyên Yemenê, Hizbullaha Lûbnan û hêzên girêdayê xwê di Îraq û welatên dinê de, li hemû cîhanê bi taybet di asiyaya naverast de bûye çavkaniya gef û fitneyan.