Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bendava Jave jîngehê ber bi nemanê ve dibe

12:57 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Biryar e ku Bendava “Jave” li Sinê, avê paşkvet bike, xelkê li derheq paşkevtkirina tewaw ya wê bendavê, nerazîbûna xwe nîşan dane û gotine ku, paşkevta avê di wê avbendê de, xisarekî giran dê bigehîne jîngehê.

Xelkê bas ji wê yekê kirine ku, çavkaniyên ku avrêja wan diçe nav bendavê, gemar in û bêhneke pîs ji wan avan tê û hekî av di wê bendavê de bê paşketkirinê, dê bibe çavkaniya gemarî û bêhna genî.

Her ji niha ve parekî zaf ji werzêr û xwediyên baxçeyan ku bona avdaniya zewiyên xwe mifahê ji wê avê verdigrin, dibe sedema jehrîbûna berhemên wan.

Welatiyan gotiye ku hekî ev bendav avê paşkevt bike, bi sedema kombûna wê avê, dê bibe çavkaniya bêhna pîs û gundên derdor, dibe bêne çolkirinê.