Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Benjamin Netanyahu”: Rejîma Îranê bernameya mehandina uranyomê berfireh dike

12:12 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu” ragihand: Dîsan Mihemed Cewadzerîf direwan dike, û rejîma Îran gefan ji Îsra`îlê dixwe.

Li gorî nûçeyên belavbûyî roja Duşemî 10`ê Hezîrana 2019`an, Serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu” eşkerekir: Îro nûçeyek gihîşte me ku, rejîma Îranê bernameya mehandina uranyomê bi awayekî bilez berfireh dike, û Îsra`îl jî ji rejîma Îranê re wê derfetê nade, da ku bombeya navikî hebe û herwisa bibe gefek li dijî ewlehiya Îsra`îl û cîhan ê.

Serokwezîrê Îsra`îlê îşare bi wê nûçeyê kir ku, “Yukiya Amano” berpirsê giştî yê Ajansa Navneteweyî yê Vizeya Navikî, ku roja Duşemî 10`ê Hezîrana 2019`an ragihandibû ku, rejîma Îranê mehandina uraniyûmê zêde kiriye û ew cihê nigeraniyêye.

Herwisa “Benjamin Netanyahu” di axavitinên xwe de got: Hikûmeta wî di dehika derbazbûyî de, derheq siyasetên navneteweyî ên xwe ên derheq derbe xistin li rejîma Îranê, di rêyên coda de, hewlên siyasî encam dane.

Navbirî di axavtinên xwe de, Wezîrê karûbarê derve yê rejîma Îranê Mihemed Cewadzerîf, wekî mirovekî direwîn tawanbar kir, û got, “ew berpirsê rejîma Îranê, bi awayekî berdewam di axavtinên xwe de bas ji jinavbirina Îsra`îlê dikin û dibêjin wê welatê Îsra`îlê digel axê bikin yek.

Her di vê derhegê de, Roja Pêncşemî 6`ê Hezîrana 2019`an, Serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu”, li ser rûpela “Twitter”a xwe nivîsîbû ku: Navbirî di gel “Ulî Honayon” cêhgirê berê yê “Ajansa Navneteweyî yê bombeya navikî” di “Urshalim”ê de civiyaye, û di vê civînê de, navbirî ji “Ulî Honayon” re gotiye, xuyaye ku rejîma Îran, direvan dike, û ev rejîma lipey bidestveanîna bombeya navkiye û em dibe pêşî jê bigrin.