
Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsra`îlê, di dîdarekê de digel “Ulî Honayon” got: Rejîma Îran lipey bidestveanîna bombeya navkî ye.
Roja Pêncşemî 16`ê Cozerdana 1398`an, Serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu”, li ser rûpela “Twitter”a xwe nivîsîbû ku: Navbirî di gel “Ulî Honayon” cêhgirê berî yê “Ajansa Navneteweyî yê bombeya navikî” di “Urshalim”ê de civiyaye, û di vê civînê de, navbirî ji “Ulî Honayon” re gotiye, xuyaye ku rejîma Îran, direvan dike, û ev rejîma lipey bidestveanîna bombeya navkiye û em dibe pêşî jê bigrin.
Herwisa serokwezîrê Îsra`îlê “Benjamin Netanyahu”, li hemberî helwêsta bicî ya “Ulî Honayon” derheq şirovekirina zelal û encamên dirust, û eşkerekirina çalakiyên Îranê spasî jê kir.
“Ulî Honayon” ku niha wekî şvêrmendê payebilind yê berevanîkirin ji Demokrasiyane (FDD) di “Washington” de ye, û herwisa navbirî bi sedema çalakiyên Îsar`îlê yên derheq bidestxistin û eşkerekirina belge û arşîvên bernameyên navikî yên rejîma Îranê spasî ji van kir.
Hêjayê basêye ku: “Benjamin Netanyahu”, di 27`ê Îlona 2018`an a derbazbûyî de, di 73.mîn civîna Civata Giştî ya Saziya Navneteweyî de ku tev welatên cîhanê amadebûn, hin belge derheq çalakiyên navikî yên rejîma Îranê eşkere kir.