
“Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsraîlê li ser wê bawerê ye ku pêkhatina bereyek yekgirtî di cîhanê de rêçareyek bo rûbirûbûn digel rejîma Îranê ye.
“Benjamin Netanyahu” roja Yekşemî 23ê Sermawezê, di rêûresmekê de bo pêşwazîkirin li “Rabêrt Obrayin” Şêwirmendê Tenahiya Netewetî yê Amerîkayê gotiye: “Heta ku Îran gefxwarinên xwe berdewam bike û welatên cîran bitirsîne û banghêjî bike bo jinavbirina Îsraîlê û dabînkirina girûpên tirorîstî di deverê de û bidestveanîna çeka navkî, babe em bizavirine li ser rewşa asayî digel wê welatê”.
Herwisa “Benjamin Netanyahu” gotiye: “Dibe ku bereyek yekgirtî bo rûbirûbûn digel wan gefên Îranê ku dijî aştiya cîhanê ye pêk bînin û di wê pêxeme de balkişandina rola niha a rejîma Îranê ku wek quldirê deverê ye reftarê dikin, û em destewajeya aştiya cîhanê bi kar tînin”.
Navbirî di dawiya gotinên xwe de gotiye: “Erk e li ser me ku em bibine asteng li pêşiya kiryarên wêranker yên rejîma Îranê heya ku ewlehî û aştî bo deverê bizivre.