
Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsra`îlê ragehand ku bila welatên din rêz ji hêlên sor yên wî welatî bigirin.
Roja Yekşemî “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsra`îlê, piştî êrîşa mûşekî ya bo ser balafirgeha Demêşqa Sûriyê de ragehand ku, bila welatên din rêz ji hêlên sor yên wî welatî bigirin û herwisa got ku Îsra`îl ji bo pêşî giritin ji destpêragihîştina dijmanan bo çeka navikî wê ev êrîşên xwe berdewam bikin.
Hin çavkaniyên xwecihî îlan kirine ku, enbarên mûşekî yên Îranê yên ku wir çekan bo Hizbulaha Lubnanê dişînin armanca vê êrîşa mûşekî bûne.
Di demên borî de jî Berdevikê hêzên Berevaniyê yê Îsraî`lê bi micid ve gotibû ku, wê Îsra`îl, pêşî ji veguhastina çekan ji riya Sûriyê bo Hizbulaha Lubnanê bigire.
Ji aliyekî din ve, roja Yekşemî, “Gilad Erdan” Wezîrê Ewlehiyê yê navxweyî Îsra`îlê, di gotûbêja digel “Radyo Îsra`îlê” re da zelalkirin ku: “Îsra`îl ji bo pêşîgiritin ji hebûna leşkerî a zêde ya rejîma Îranê di Sûriyê de, û herwisa veguhastina çekan ji Îranê bo Hizbulahê wê di êrîşên xwe de berdewam be”.