Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Benny Gantz: “Lêdana binkeyên navkî yên Îranê bi qazanca danûstandinên Bercamê ye”

12:11 - 23 Hezîran 2021

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê, “Benny Gantz” li hevdîtina dawî ya du heftî berî niha digel berpirsên Amerîkayê ragihandibû: “Hekî navendên navkî yên Îranê li êrîşeke leşkerî de rastî xisareke zêde bibin, ew dikar bibe roleke baş di danûstandinên Bercamê de”.

Roja Sêşemî 22ê Hezîranê ew gotina “Benny Gantz” ji aliyê raportêrên karûbarên leşkerî ve hatiye belavkirin, ew hevdîtin du heftî berî niha bona eşkerekirin û hevahengkirina siyasetên Amerîka li hember bernameyên navkî yên rejîma Îranê û herwisa hewcehî û nigeraniyên Îsraîlê hatibû kirin.

Herwisa pêka gotina wan raporterên karûbarên leşkerî, serdana Serokê Stada Giştî ya Arteşa Îsraîlê, Avîv Koxavî” li roja Yekşemî 20ê Hezîranê ku heta niha li wir maye bona danûstadin li ser wê mijarê ye ku  Wezîrê Berevaniyê Îsraîl “Benny Gantz” jî bas kiriye.

Berê Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Benny Gantz” û Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Yair Lapid” gotibûn, ku ya baş ev e ku Îsraîl pirsgirêkên xwe digel Amerîkayê li derheq bernameya navkî ya Îranê li danûstandinên nihênî de encam bide.

Di heyamê Serokwezîriya “Benjamin Netanyahu” de Îsraîlê bi caran ragihandibû ku bi ti awayekî derfet bi rejîma Îranê nade ku çeka navkî berhem bîne.