
Wezîrê Berevanî yê Îsraîl, “Benny Gantz” tevî îşarekirin bi guherîna dewleta Amerîkayê ragihand ku renge ji aliyê Îranê ve hin bûyer biqewimin û rejîma Îran hin karan bike.
Roja Duşemî, 4ê Kanûna Paşîn, Wezîrê Berevanî yê Îsraîl, “Benny Gantz” ragihand ku hêj bi tewawî rohn nîne ku dê alozî zêdetir bibin an ne lê, rengehiya wê yekê heye ku ji aliyê Îranê ve hin bûyer biqewimin; Em bi tewawî amade ne û Artêş û hêzên ewlehiya me di rewşa amadebaşiyê de ne û em agehdarê bûyeran in.
herwisa “Benny Gantz” bê îşarekirin bi hurdekariyên bûyeran, rewşa niha bi sedema guherîna dewleta Amerîkayê bi hestiyar binav kir.
Aloziyên di navbera rejîma Îran û Amerîkayê de zêde bûne lê rejîma Îranê, heta niha ti kesekî Amerîkayî nekuştiye û dide xuya ku rejîma Îranê amade nîne bikeve şerekî ku jinavçûna wê rejîmê di demekî kurt de %100 e.
Rejîma Îranê bona çewtekarî û xeletandina xelkê xwe silogana dijî Amerîkayê li ser mîdyayan belav dike, lê renge hêzên tunajo dest bi karekî bikin ku rejîma Îranê rastî wî şerî bibe.