Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Benzîna 2 hezar tumenan di destûra kar a bûdceya sala 1399`an de ye

11:19 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di destûra karê bûdceya sala 1399`an de hatiye ku dibe 2 nirxiya bezînê bê rakirinê û renge nirxa benzînê ya kopênî ji 1500 tumenan heya 2 hezar tumenan bilind bibe.

Pêka nûçên belavbûyî, endamê Komîsiyona pilan û bûdceya meclisa rejîmê, Hadî Qewamî, bas kiriye ku benzêna 2 nirxî di buceya sala 1399`an de namîne û renge nirxa benzîna tek nirxî a kopênî ji 1500 tumenan, bi 1800 tumenan an bi 2 hezar tumenan bilind bibe.

Nirxa benzîna kopênî bi 1500 tumenan û nirxa benzîna azad bi 3000 hezar tumenan, ku niha di pompbenzînan de tên birêvebirin, bandorekî giran li ser jiyana rojane ya xelkê heye.

Navbirî gotiye ku nirxa benzînê ji 2000 hezar tumenan bilindtir nabe.

Ew endamê meclisa Îranê bas nake ku çi mikanîsmek heye ku nirxa benzînê ji 2000 hezar tumenan de ragire û nirxa benzînê, bilintir nebe.

Di aboriya îflaskirî ya Îranê de, hegera bilindbûnên her tiştekê di her demekê de heye.

Meclisa rejîma Îranê û endamên wê meclisê, bi dana qewlên direw, rojbiroj jiyana civakî a xelkê Îranê dijwartir dikin.