Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berbijêreke Parlemana Îraqê hate terorkirin

12:38 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Berbijêrê Parlema Îraqê “Abdul Mone`em Reşîd El-Selmanî” ji aliyê 2 terorîstên girêdayê spaha pasdaran a terorîst ve hate terorkirin û di encama wê terorê de canê xwe ji dest daye.

Roja Pêncşemî 24ê Kanûna Pêşîn, Polîsê Îraqê ragihand ku 2 kes bi tawana terorkirina Parêzer û Berbijêrê Parlema Îraqê “Abdul Mone`em Reşîd El-Selmanî” binçav kirine, navbirî li bajarê Bexdayê di hewşa mala xwede hatibû terorkirin ku pêka vidyoyên belavbûyî 2 kesan ew teror kiriye.

Piştî wê terorê, dezgeha Ewlehiya Îraqê vîdyoya dema terorkirina “Abdul Mone`em Reşîd El-Selmanî” belav kiribû ku 2 çekdarên nenaskirî li hewşa wî de li bajaroka Zanîngeh a Bexdayê, erîşî li ser wî dikin û yek ji wan bi çeka Kilaşînkofê teqê li wî dike û di encama wê terorê de canê xwe ji dest dide.

Herwisa Polîsê Îraqê ragihandiye ku kariye bikerên wê terorê, piştî 72 demjimêran, binçav bike.

Herwisa Hatiye ragihandin ku çeka bikarhatî di wê terorê de hatiye peydakirin û zewtkirinê.