
Pêka nûçeyên belavbûyî, piştî bi dawîhatina mitmaneyên berbijêran di heyeta çavdêriyê de li bajarê Kirmaşanê, mitmane bi ti yek ji berbijêrên Sunne mezheb re nehate dan.
Heyeta çavdêrî ya rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê, mitmane nedaye ti yek ji berbijêrên Sunne mezheb yên ku xwe bo şêwreya bajarê Kirmaşanê berbijêr kiribûn.
Bi vî awayî tev berbijêrên Sunne mezheb yên bajarê Kirmaşanê mitmane bi wan re nehate dan û hatine redkirin.
Rejîma Îranê ji bo berbijêriya Serkomarî, nûnerên meclisê û şêwreya bajar pêş de mitmaneyê bi kesên girêdayê rejîmê û wîlayeta Feqîh, erêkiriyên hêzên ewlehî û herwisa pesendkiriyên Spaha Pasdaran dide.
Xelkê Kurdistanê jî, ji mêj ve bo wan derkevtiye ku hilbijartin di Îranê de tenê nimayiş e û rejîm di hilbijartinan de ji dengê xelkê tenê bo rewatiya xwe mifahê werdigre û her lewma piraniya xelkê Kurdistanê jî xwe berbijêr nakin û dengdanê jî baykot dikin.