Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê PDKÎ: Em vê hereketa xelkê bi rewa dizanin

17:30 - 17 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmeda: Brdevkê PDKÎ ragihand ku, em piştevaniya vê hereketa xelkê dikin û ev biryara rejîmê ti core wekheviyek digel jiyan û derbasbûna xelkê nîne.

“Hesen Şerefî, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di hevpeyvînekê de digel kanala “TISHK tv” basa wê yekê kiriye: “Em piştevaniyê û piştgiriyê li xwenîşandana xelkê ku di piraniya bajaran de heye dikin”.

Berdevkê PDKÎ sersaxiya PDKÎ bi malbatên şehîdên wê hereketê re ragihand û hêviya başbûnê bo birîndarên wê hereketê kir.

“Şerefî” ragihand: “Gelek eşkereye hekî xelkê nerizayetiyên xwe nîşan nedabana, rejîmê bo givaş xistina zêdetir bo ser xelkê berdewam dibû”.

Nabirî di dawiya axavtinê xwe de cext kiriye, em hêvîdarin ku ev herekete, hereketek be ku îradeya xelkê bi ser nefsa wê rejîmê de zal bike.