Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Qasim Silêmaniyê terorîst di Sûriyê de hate kuştin

11:40 - 7 Hezîran 2021

Rojnameya “El-şerqulewset” roja Şemî 15`ê Cozerdanê nivîsiye: “Hesen Ebdullahzade ku wekî berdevkê Qasim Silêmanî dihate nasîn hate kuştin”.

Mediyayên rejîma Îranê jî ev yeka piştrast kirine û ew bi efserekî payebilind ê rejîmê dane zanîn.

Nûçegihaniya Tesnîm a ser Spaha Pasdaran a terorîst, di vê derheqê de nivîsiye: “Hesen Ebdullahzade êvara roja pêncşemî di rêya Dêrezor bo Tedemrê de kevtiye boseyeke DAÎŞê û hatiye kuştin”.

Çavkaniyên mediyayî yên dijî rejîma Sûriyê roja pêncşemî,  ji êrîşeke berfireh a girûpa DAÎŞê li ser karvanê çekdarên Îranê di “Elsexene”, rojhilata Homs, di navbera Tedemr û Dêrezor”ê de dane zanîn.

Pêka wan raporan, di êrîşa DAÎŞê de 25 çekdar û endamek payebilind ê Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê hatine kuştin.