Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Spaha Pasdaran û Berdevkê wî rêkxirava terorîstî “Remezan Şerîf”, îdia kiriye ku Amerîkayê li hember “Mêhwera Muqawimet” şikest xwariye û jinavçûna Îsraîlê lezgîn bûye.
Pasdar “Remezan Şerîf” di bajarê Kirmanê de îdia kiriye: “Amerîka li hember “Mêhwera Muqawimet”ê şikest xwariye! Herwisa wî Pasdarê rejîmê, kuştina fitneçî û teroîstê navnetewî ê bi navê “Qasim Silêmanî” ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bi şaşiyeke stratejîk û bi lezgîntirkirina jinavçûn a Îsraîlê daye xuya!
Piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, ew aliyê ku rejîma Îranê li jêr navê “Mêhwera Muqawimet” dide xuya rastî şikestek gelek giran hat û gelek ji fitneyên ku bi fermana rejîma Îranê û bi destê “Qasim Silêmanî” yê terorîst ve hatibûne afirandin, bi kuştina wî hatine pûçkirin.
Rejîma Îranê ji aliyek xwe bi aştîxwaz dide xuya û ji aliyê din ve gefa jinavbirina welatan dixwe û ew siyaseta du alî ya Îranê di cavaka navnetewî de bûye sedema rûreşî û bitenêmana wê rejîmê.
Rejîma Îranê bi piştevanîkirina hemû alî li girûpên terorîstî li Sûriye û Lubnanê hewla derbelêdan bi Îsraîlê dide, lewma Hêzên Îsraîlê bi êrîşkirin li ser hêzên girêdayê rejîma Îranê derbên giran bi wan xistine û xevin û xeyalên rejîma Îranê di Lubnan û Sûriyê de ber bi nemanê ve diçin.