Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bereya Azadiya El-Ehwazê peyameke spasiyê bo PDKÎ şand

17:09 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Yek ji avakerê Bereya Erebî ya Azadiya “El-Ehwaz”ê û Sekreterê berê yê wê bereyê, “Mehmûd Beşrî El-Ke`ibî”, ji bo piştevanîkirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê peyameke spasiyê şand.

Deqa peyamê wiha ye:

Birayên hêja û şoreşger, lêpirsyarê Giştî, endam û kadrên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî spasî û pêzanînên xwe bo li lipeyketin, hogirî û yekîtiya we digel birayên xwe an ku xelkê Ereb ên El-Ehwazê li şoreşa wan, şoreşa têhniyan li dijî dîktatoriya terorîstî û tarîtiyê dikin.

Em xelkê nefaris ku di bin dagîrkeriya rejîma zalim a Îranê bi hemû taqim û îdeolojiyên wan ve, janê dikêşin; Bi giştî di welatekê de ku bi navê Îranê tê naskirin em kêmîne ne, lê desthilata nevendî zilimkar û nigatîv e, mafê netewiya me binpê dike û  darayî û hêza me bo stratejiya regezperestaneya xwe bikar tîne.  

Nasiyonalîsma Îranî ti baweriyek bi jiyan digel xelk û welatê deverê tinîne û bi awayekî nemirovane û dûr ji prensîpên mirovî û biha û yasayên navnetewî û mirovî, bi zordarî û xwemezinzanînê Îtiraf bi mafê netewên din nake. Yekîtî, xweragirî û hevahengiya xebata me dê hejmûniya desthilata navendî ji nav bibe û proje û tedaxulên wan di karûbarên welatên din ên Îslamî bi taybet di welatên Erebî de rastî şikestê bê.

Tevî rêz û pêzanîn.

Birayê we

“Mehmûd Beşrî El-Keibî”