Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bereya ewlehî ya behrê bi rêveberiya Amerîka destbikar bûna

11:54 - 8 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bereya behrî bi reveberiya Amerîkayê ku bona ewlehiya gemiyan di kendavê, geviya Hormoz û geviya Babulmendeb de hatibû avakirinê, destbikar bû. Ew bere bi armanca pêşî girtin ji gefên Îranê hatiye ava kirinê.

Behrên ku xwanexwê yê navgana 5`emîn ya hêza behriya Amerîkayê ye û Erebistan, Îmarat, Brîtaniya, Albanî û Îsraîl, bi rêveberiya Amîkayê bereya ewlehiya behriya kendavê ava kirin.

Roja Pêncşemî, 16`ê Xezelwerê, bereya ewlehî ya behrê ya kendavê bi rêveberiya Amerîka karê xwe bi fermî, destpêkir.

Fermandeyê Sitad a Fermandehiya hêzên behrê ya Amerîkayê, di Rojhilata Navîn de, “Cîm Malvî”, vê derheqê gotiye, armanca me parastina ewlehî û asayişa gemiyên nefthilgire û operasiyona “Sentînêl” kiryarekî bergirîkirine û heya ti êrîşek neyê kirin, ew ti kiryarekî êrîşkariyê nake, û heya gefên êrîşkirinê hebin ew operasiyon yê bidome.

Di destpêka Îsal de, êrîş li ser gemiyê neftkêş yên Erebistan, Îmarat û Norwêjê hatibûn kirin, û herwisa Spaha Pasdaran a terorîst, gemiyek nefkêşî ya Birîtaniyayê destbiserde girtibû, balafireke bê pîlot ya hêzên Amerîkayê jî,  ji aliyê rejîma Îranê ve hate jinav birin, û kompaniya nefta Aramko jî, rastî mûşekbarana Îranê hatibû, lewma ew bere hate avakirin ku, îdê rejîma Îranê dest ji gef û têkdana deverê bikişîne.