Bereya Rizgarîxwazên Îraqê di daxuyaniyekê de êrîşên rejîma Îranê bo ser axa Îraqê û têkdana aramiya wî welatî şermezar kir.
Di vê daxuyaniyê de basa êrîşên Îran û Tirkiyê bo ser Îraqê hatiye kirin û ji aliyê wê bereyê ve hatiye şermezarkirin; Ev bereya ji çendîn partiyên Sunniyên Îraqê hatiye pêkhatiye.
Di vê daxuyaniyê de bas ji Tirkiyê û Îranê hatiye kirin ku serweriya axa Îraqê binpê dikin û tevahiya yasayan şikandine.
Bereya Rizgarîxwazên Îraqê bas ji vê yekê kiriye ku ew êrîşane divê ji aliyê rêkxiravên navnetewî ve bê şermezarkirin û rêgirî ji êrîşên rejîma Îranê bo ser Partiyên Kurd ên li dijî Îranê, bê kirin.