Hin kesên girêdayê rejîma Îranê û li dijî bihayên netewa Kurd, piştî wê yekê ku li bajarê “Mihabad”ê bêrêzî bi tirba “Mihemed Mamilê” hatibû kirin, wê carê li bajarê “Seqiz”ê, bêrêzî bi tablo-wêneya helbestvanê mezin yê Kurd, mamosta “Mewlewiyê Kurd” hate kirin.
Nîşane wisa didine xuyakirin ku ew kesên nenaskirî, girêdayê Spaha Pasdaran li bajarê “Seqiz”ê ne ku tablo-wêneya helbestvanê netewiyê Kurdistanê, “Mewlewiyê Kurd” şikandine.
Tabo-wêneya mamosta “Mewlewiyê Kurd” ku li ser deriyê paraka bajarê Seqizê bû, hatiye şikandin.
Piştî wê bêrêziya ku li derheq “Mewlewiyê Kurd” hate kirin, ew tablo ji aliyê çalakvanên medenî û çandî yên girûpa “Porsman” li bajarê Seqizê ve hate çêkirin.
Çend rojan berî niha, li bajarê “Mihabad”ê jî bi heman awayî, bêrêzî bi tirba sitranbêjê Kurd “Mihemed Mamilê” kiribûn.