
Kurdistanmedia: Li parêzgeha Sine û Kirmaşanê, bi sedema befirbarînê, riyên gund û deverên girêdayî wan bajaran hatine daxistin.
Li parêzgeha Sine berfê riya 226 gundî û li parêzgeha Kirmaşanê jî, riya 249 gundî daxistiye, berprsên rejîmê yên wan deveran derheq paqijkirina rêyên wan deveran xemsariyan dikin, û xelk jî bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe û heta bo hatinçûnê jî neçarin çendîn kîlometran wê berfê bipîvên.
Herwisa bi hatina befira zêde, rê, elekterîk, û nebûna hêlên pêwendiyên, 7 gundên girêdaiyî bajarê Hewremanê hatiye qutkirin, û rejîma Îran jî, di wî warî de tu hewlekî bo çareseriya arîşeyên wiha encam nedaiye.
Herwisa, deverên girêdayî bajarê Hewremanê, bo heyama rojekê, bi bê hebûna elektirîk û hêla pêwendîgirtinê derbazkirine.
di heyama çend rojên borî de, berpirsên rejîma Îranê ragehandibûn ku, wê 200 hezar avahiyan li Sûriyê çê bikin, û eva di demekê de ye ku, li parêzgeha Kirmaşanê bi sedema erdheja sala borî, xelkên wan deveran bê stasrgeh û li derve û li ber sirr û seqema zivistanê û di nav xîvetên ku pêş ji tu tiştî nagirin dijîn, lê berpirsên rejîmê ew soz û qewlên ku bo nûkirina parêzgeha Kirmaşanê dabûn, heya niha jî cîbicî nekirine.