Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhema Êmîşên dendikdar li Mihabadê kêmiyêdaye

12:55 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di bajarê Mihabadê de, berhema Êmîş anku mîweyên dendikdar bi qasî %10an daketiye û îsal tenê 11 hezar ton mîweyên dendikdar hatiye rakirin.

Roja Pêncşemî 8ê Tîrmehê, berpirsê yekeya xwedîrezan yê Wezareta werzigariyê li bajarê Mihabadê, “Seîd Kerîmî”  gotiye: “Em berawird dikin ku îsal 11 hezar û 168 ton miweyên dendikdar bêne rakirin û pêka gotina wî berpirsê rejîmê ew berhem dê ji 877 hiktar Rez û baxan bêne rakirin ku Îsal pêka sala derbasbûyî qasa berhemanîna wan mêweyên dendikdar bi qasî %10an kêm bûye.

Mîweyên dendikdar “Zerdele, Gêlas, Gilhinar, Hilû û Şelîl, Alû Şablon û Şeftelî” li xwe digere ku pêka gotiona “Seîd Kerîmî” 3 hezar ton ji mîweyên zûgihan wekî “Gêlas, Gilhinar û Zerdele” rakirina wan bi dawî hatiye.

Nebûna bazar, bilindbûna nirxa hewcehiyên werzêrî û kêmavî, bûne sedema kêmbûna qasa berhemên werzêriyê.

Rejîma Îranê bona çareserkirina wan pirsgirêkan ti pêngavek hilnegirtiye û beşeke berçav ya berhemên werzêriyê di enbar û serdxaneyan de dirizin û gelek xisarê digehîne werzîgaran.