Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhema petrokîmiya li Îlamê pîsbûna hewa ye

18:16 - 13 Kanûna Paşîn 2021

Belavbûna gaza jehrî ya “LPG” ku berhema pîşeyên wekî petrokîmiyê ye, hewayê çendîn deverên parêzgeha Îlamê levitandiye ku belavbûna wê gazê metirsî li ser canê mirovan e.

Roja Çarşemî 13ê Kanûna Paşîn, Birêveberê Giştî yê Petrokîmiya Îlamê, “Areş Xezayî” îtiraf kir û got: “Sebebê bingehîn ê levitîna hewa bi sedema karên petrokîmiyayê ye”.

Averoya wê kompaniya petrokîmiyayê jî, bê palavtingeh e.

Pêka karnasan, hekî rewşa “Invertion” anku rawestandina guherina hewa bê pêş, dê bibe metirsiyeke herî micid li ser tenduristiya xelkê çendîn deverên parêzgeha Îlamê.

Li ser wê mijarê Serokê Parastina Jîngeh ê parêzgeha Îlamê, “Ebdalî” ragihand: “Petrokîmiya, palavtingeha gaz, kompaniya sîman, çendîn kargehên kevirşikên û kompaniya qirê hewa dilevitînin, herwisa got ku rola petrokîmiya, palavtingeh û kompaniya sîmanê ji hemûyan zêdetir e”.

Herwisa navbirî îşare kir ku “petrokîmiya Îlamê fîlterasiyon tinîne û gaza “LPG” di hewa de belav dibe ku dibe gef li ser tenduristiya mirovan”.

Petrokîmiya Îlamê, û çendîn kompniyên din, bê berçavgirtina yasayê parastina jîngehê, hewl bona berhemanîna zêdetir dikin û ti pêngavek bona çareserkirina wê metirsiya micid li ser canê xelkê hilnegirtine.