Berpirsê giştî yê çêrîngehên Saziya daristanên Îranê, “Terehhum Bêhzad” gotiye: “berhemanîna giya ya çêrîngehan 4 milyon û 250 hezar ton kêm bûye”.
Berpirsê giştî yê çêrîngehên Saziya daristanên Îranê, “Terehhum Bêhzad” daye zanîn ku hersalê nêzî 10 milyon 100 hezar ton giya bo ajelan dihate berhemanî lê îsal bi sedema nebarîna baranan bi tenê 6 milyon û 450 hezar ton giya hatiye berhemanîn.
Herwisa navbirî daye zanîn ku bo derbasbûn ji wê qonaxa tejî metirsî ya bi sedema hişkesaliyê divê erdên ku bo werzêriyê baş nînin ji beçên pêwendidar ve bêne kirîn û bi xwediyên ajelan re bidin ku bikarin giyayên hewce dabîn bikin.
Herwisa “Terehhum Bêhzad” gotiye: zêdetir ji %40 a giyayan ji corên guniyan, corên qurmikan, giyayên bistîdar û peldirêj di deverên qurixnekirî yên Zagrosê de ji nav çûne.
Rejîma Îranê bi sedema neşiyan di birêvebirina barînan û avê û herwisa agirberdan bi çêrîngeh û daristanên Rojhilatê Kurtistanê û Îranê derbên giran bi jîngeh û jiyana xistine ku gelek ji wan bi veger in û bi yekcarî ji nav çûne wekî corên ajel an corên giyayan ku bi yekcarî ji nav çûne.