Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhemanîna Genim di Îranê de %30 kêm bûye

12:53 - 8 Tebax 2021

Cihgirê Serokê Damezraweya Genimkarên Îranê bas ji kêmbûna  %30 a berhemanîna Genim û nive bûna rêjeya kirîna genim di Îranê de kiriye.

Roja Şemî 7ê Tebaxê Cihgirê Serokê Damezraweya Genimkarên Îranê “Elîqulî Îmanî” gotiye ku berhemanîna Genim di Îranê de %30 daketiye û îsal nêzî 4.6 heta 4.7 miliyon Tun genim ji werzêran hatiye kirin û bi berçavgirtina vê yekê ku di deverên sar de hêj genim nehatiye dirûn, îsal bi tenê bikarin nêzî 5 miliyon Ton genim berhem bîbin û ji werzêran bikirin.

Bikaranîna salaneya genim di Îranê de 13 miliyon Ton e û pêka vê rêjeyî nêzî 8 miliyon ton genim kêm e û divê 8 milyon ton genim ji derve dabîn bikin.

Sedemên bingehîn ên daketin berhemanîna genim di Îranê de bê avî, hişkesalî û destberdana werzêran ji çandina genim e ku bi sedema bilindbûna nirxên hewcehiyên çandina genim û kêmbûna nirxa kirîna genim ji werzîran e.

Rejîma Îranê hewcehiyên werzêran dabîn nake û werzêr neçarin hewcehiyên werzêriyê di bazarên azad de bikirin ku nirxeke bilind hene û xercê berhemanînê ji qazancê zêdetir dibe û werzêr hin caran neçar dimînin dest ji çandina genim berdin.