Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhemanîna genim di parêzgeha Urmiyê de kêm bûye

11:32 - 24 Îlon 2021

Genim ku berhemekî gelek girîng bo xelkê Îranê ye di parêzgeha Urmiyê de berhemanîna wê li hember sala derbasbûyî bi qasî %10 kêmtir bûye.

Berpirsê Saziya Werzêrî yê parêzgeha Urmiyê, “Ekber Kerametî” tevî îşarekirin bi daketina %10 a berhemanîna genim di wê parêzgehê de got: “Îsal 528 hezar ton genim di parêzgeha Urmiyê de hatiye berhemanîn, lê tevî hişkesaliyê û sedemên din sala derbasbûyî 660 hezar ton genim berhem hatibû”.

Herwisa navbirî îtiraf bi vê yekê jî kiriye: “Eger bi birêveberiye bi wec û çavediriyeke serast li ser alavên werzêriyê hebe, dikarin ji hederçûn a 30 heta %40 a berhemaninan rêgiriyê bikin.

Werzêr bo firotina berhemên xwe rastî çendîn pirsgirêkan dibin, berpirs ti alîkariyeke hewce bo werzêran nakin, hewcehiyên çandina genim wekî toyê bi wec, parastina wan ji afetan û ava hewce û xercê alavan werzêriyê nirxeke gelek bilind hene û piraniya werzêran nikarin wî pereyî dabîn bikin lewma qasa berhamên wan gelek kêm dibe.

Rejîma Îranê ku her salê bi nirxeke gelik zêde genim ji welatên wekî Rûsiyê dikire, amade nîne ku alîkariya werzêran bike ku berhemên baştir û bi nirxeke gelek kêmtir berhem bînin.