
Kurdistanmedia: Berhemanîna tirombêlan di Îranê de li çav sala borî %71 kêmm bûye.
Li ser bingeha amara herî nû ya Wezareta Pîşesazî, Me`iden û Ticaretê, berhemanîna tirombêlên cur bi cur di meha Sermaweza îsal %71.2 li çav sala borî kêm bûye.
Berhemanîna tirombêlên cur bi cur ji 146 hezar û 382 heban di heyva Sermawez a par, niha kêm bûye û bûye 42 hezar û 145 tirombêl. Zêdetirîn asta daketina berhemanîna tirombêlan ya Utubusê bûye, ku %91.2 kêm kiriye. Tirombêlên şexsî jî %72 kêm bûne. Herweha berhemanîna wanêtê %61.6 kêm kiriye.
Piştî zexta Amerîkayê li ser rejîma Îranê di çarçoveya sepandina dorpêçên aborî de, niha eva rewşa rejîmê ye. Rejîmek ku berdewam digot dorpêçên aborî bêbandor in û ji kaxezên diriyayî zêdetir nînin, lê niha roj bi rojê em şahidê nerazîbûna zêdetir ya xelkê welat ji karbidestên rejîmê ne, ku bixwe di nav xweşî û rehetiyan de dijîn, lê beşeke zêde ji xelkê destng, bo nanê şevê jî hewcedar in.