
Hinardekirina berhemên werzêrî di parêzgeha “Urmiyê” de bi sedema pirsgirêkên wekî jidestdana bazara welatên din û giranbûna kirêya veguhastina wan, li ser destê werzêran dimîne û dibe zirar bo wan.
Parêzgeha Urmiyê yek ji wan parêzgehane ye ku di warê berhemanîna berhemên werzêrî pileya yekê heye û sala derbasbûyî nêzî 70 heza ton berhemên werzêriyê di wê parêzgehê de berhem hatine; Her sal bi sedema hin pirsgirêkên wekî jidestdana bazara welatên cîran, giranbûna kirêya veguhastina wan, giranbûna kirêya sardxanan û…hwd, ev berhem li ser destê werzêran dimînin û zirarek zêde bo xwediyê berheman li pey xwe tîne.
Pêka amaran ji sedî 60 ji wan berheman bi sedema başbûna kalîta wan divê bêne hinardekirin û her sal rêjeyek zêde li ser sînoran yan li sarxanan de dirizin û xirab dibin yan jî bi nirxek gelek kêm têne firotin.
Di vê derheqê de Serokê Komîsyona Odeya Bazirganî, Pîşe, Kangeh û Werzêriya parêzgeha Urmiyê “Bêhnam Tacdîn”, gotiye: “Kêmbûna û giranbûna kirêya gemiyên veguhastinê arîşeyek micid e bo ser hinardekirina wan berhemanane, û gotiye ku kirêya sarkera barhilgiran ku berê 9 miliyon bû niha bi 18 miliyon hatiye bilindkirin ku eva bandorek nerênî heye li ser meşa hinardekirinê”.
Herwisa bas ji pirisgirêka jidestdana bazarên wekî bajarên “Kerbela, Bexda, Necef” û beşek ji bazara navendiya Îraqê û welatên din jî kir û daxwaz kir ku ji rêya dîplomasiya aborî ve, ew pirisgirêke bê çareserkirin.