Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berîtaniya Bêrlîn û Parîs: “Biryara etomî a Îranê metirsîdar e”

11:54 - 24 Şibat 2021

Sê welatên Ewropayî li daxuyaniyeke hevbeş de ragehandine ku sînordarkirina çavdêrên Ajansa Navdewletî a Vizeya Navkî ji aliyê Îranê ve biryarekî metirsîdar e.

Rejîma Îranê pirotokola hevpêçkirinê ragirtiye û sê welatên wekî Alman, Birîtaniya û Parîsê derheq wê biryarê de bi tundî nîgeraniya xwe dane xuya.

Wan sê welatan daxwaz ji Tehranê kirine ku Îran li vê biryarê paşekêşe bike.

Îran roja Pêncşemî, rêkevta 5`ê Reşemê pêngavek din li rêkevtina etomî vekêşa.

Ev biryar li gorî pejirandina meclîsê bûye.

Rejîma Îranê piştî ku Amerîka li rêkkevtina navkî çû derê, êdî hêdî hêdî li rêkevtina etomî vekişiya ye û welatên Jojavayî jî huşdarî dane.

Li heyama rojên derbasbûyî bo vê ku Îran wegere û pabendê sozên xwe li Bercamê be, “Rafaêl Girosî “ Birêveberê Giştî yê Ajansa Etomî serdana Îranê kir.

Piştî wê rûniştina Îran û Ajansê, rêkevtin ku bi awayekî demkî 3 mehên din hevkariya hev bikin.

Piştî vê rêkevtinê “Rafaêl Girosî” di semînarekê de li Saziya xeyredewletî ya “Gellaleya Metirsî ya Navkî” li Waşingtonê got: “Danûstandnên digel Îranê ti encamek erênî tinebûye.

Navbirî tekez kiriye ku ew civînên ku digel Îranê hebûn, em negihane tui encamekê.

Bertekên li dijî rejîma Îranê jî zêde bûne.

Her di vê pêwendiyê de Îsraîlê ragehandiye ku: “Çi rêkevtin bê kirin çi neyê kirin em îznê nadin Îranê ku dest wê bigihe çeka etomî.

Hewlên rejîma Îranê bo gihîştin bi çeka navkî berdewam e, lê Rojava biryarek din ji ber dest de ye.