
Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve ya Almaniyayê di axavtina xwe de got ku, tevî hebûna nêrînên cuda digel Amerîkayê, derheq lihevkirina navikî a Îranê de, lê her du welat derheq Îranê de yek armancî dişopînin.
“Heiko Maas” Wezîrê Karê Derve yê Almaniyayê, piştî civîna digel “Mikk Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, di nav koma nûçegihanan de got ku: Em (Alman û Amerîka) armancên hevpar derheq Îranê de dişopînin, û me tenê riyên cuda bo destpêragihîştina bi wan armancên hevpar hilbijartiye.
Her di vê pêwendiyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê jî roja Sêşemî 10`ê Rezberê (2`ê Çiriya Pêşîn) got ku: Bernameyên Îranê yên bo berhemanîna mûşekên balistîk û navikî, gefên navneteweyî tên hesibandin.
Bernameyên mûşekî yên Îranê rexneyên welatên Rojavayî yên wekî, Alman û Fransayê li pey xwe hebûye, herçend Ewropa jî, ji li hevkirina navikî ya digel Îranê ya bi navê “Bercamê” berevanî dike, lê kesayetiyên wekî “Emmanuel Macron” serkomarê Fransayê, û “Angela Merkell” “sedr eizem” (Chancellor ) ya Almaniyayê, daxwaza gotûbêjê derheq bernameyên mûşekî yên Îranê kirine.
Di berdewamiya bertekên navneteweyî yên derheq bernameyên mûşekî yên Îranê de, “Jens Stoltenberg” berpirsê giştî yê “NATO”yê, roja Sêşemî 10`ê Rezberê (2`ê Çiriya Pêşîn) derheq bernameyên mûşekî yên Îran û herwisa piştevanîkirina Tehranê ji girûpên terorîstî di deverê de, nîgeraniya xwe nîşan da.
Berpirsê Giştî yê “NATO”yê pêdagîrî jî kir ku: Tewahiya hevalbendên me derheq çalakiyên têkdana ewlehiya deverê ji aliyê Îranê ve di seranserê devera Rojhilata Navîn de nîgeran in, herwisa navbirî ev yeka jî zêde kir ku: Em di tundî piştevanîkirina amlî ji girûpên terorîst, wekî piştevaniyên Îranê ji milîşan mehkûm dikin.
“Yenis Stunberg” di berdewamiya axavtina xwe pêdagîrî jî kir ku: Em derheq bernameyên mûşekî yên Îranê de nîgeran in û em li ser vê baweriyê ne ku bernameya navikî ya Îranê hertim aştiyane bimîne.