Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpaniya gola Urmiyê zêdetir ji hezar kîlometrên 2cî kêm bûye

12:08 - 31 Tebax 2021

Gola Urmiyê ber bi çikbûnê ve diçe û bi beranber digel sala derbasbûyî hezar û 124 kîlometrên 2cî berpaniya wê kêm bûye.

Nûnerê Stada Zindîkirina Gola Urmiyê, “Ferhad Serxoş” daye zanîn ku berpaniya gola Urmiyê li sala derbasbûyî di wê demê de 3 hezar û 607 kîlometrên 2cî bû lê niha ji berpaniya wê bi tenê 2 hezar û 483 kîlometra 2cî maye û hezar û 124 kîlometra 2cî ji berpaniya wê golê kêm bûye.

Herwisa navbirî gotiye: “Asta ava gola Urmiyê niha 1270. 76 metir e ku sala par di wê demê de 1271.34 metir bû. bi wê pêkê asta gola Urmiyê zêdetir ji metrek û 25 santîmetran daketiye.

Herwisa Ferhad Serxoş” gotiye: Sala derbasbûyî gola Urmiyê di wê de 4 milyard û 98 milyon metra 3cî av hebû ku niha 3 milyard û 8 milyon metra 3cî av heye û di beranber sala par milyardek û 90 milyon metra 3cî ava wê golê kêm bûye.

Rejîma Îranê bo zindîkirina gola Urmiyê ti pêngaveke serast hilnegirtiye.