Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirs û navendên rejîmê li hemberî biryara Amerîkayê bertek nîşan dan

12:37 - 9 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Piştî ku “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, di daxuyaniyekê de bi awayê fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî, berpirs û navendên rejîma Îranê jî, li hemberî vê biryara Amerîkayê bertek nîşan dan.

Roja Duşemî 19`ê Xakelêwey(8`ê Nîsan)`ê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê, di daxuyanyekê de bi awayê fermî Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, xiste nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî, û her di vê pêwendiyê de jî, berpirs û navendên girêdayî rejîma Îranê li hemberî wê biryara Amerîkayê bertek nîşan dan.

Her di vê derheqê de, Şêvra Ewlehiyê a  Neteweyî a Îranê ragihand ku: Hikûmeta Amerîkayê “pêştevaniya terorîzmê dike”, û em fermandehiya hêzên Amerîkayê di  Rojavaya Rojhelata Navîn de, wekî terorîst didin naskirin, û herwisa Ebas Îraqçî cihgirê Wezîrê Karê Derve yê rejîma Îranê got: Amerîka li hemberî gellek cinayetên ku, li dijî Îranê hatine encamdan berpirsiyare.

Herwisa Elî Salihî berpirsê Saziya Vizeya Navkî a rejîmê da xuyakirin ku: Zêde xwaziya Amerîkay, nikare îradeya me bo pêşvebirina çeka navikî lawaz bike û derbê lêbide.

Herwisa Elî Larîcanî berpirsê Mecilisa Şêvra Îslamî a rejîmê jî got: Kiryarên Amerîkayê yên wan rojane bi bê şermî û zêdexwaziya wan da zanîn, ku Spaha Pasdaran xistiye nav rêzbenda reş a saziyên terorîstî, ev vê yek zêdexweziya Amerîkayê nîşan dide.

Herwisa perpirsên payebilind yên Amerîkayê ew biryara “Donald Trump” bi cî dane zanîn, û Spaha Pasdaran wekî saziyeke terorîst û serkutkar dane naskirin.

Ev pêngava hikûmeta Amerîkayê, di cîhanê bêmînak bûye û herwisa di dîroka Amerîkayê de heya niha tiştek wisa nebûye ku, hêzên nîştimanî yên welatekê bikevine nav lîsteya terorê û weke terorîst bên naskirin.

Saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî a Îranê li derveyî sînorên Îranê berpirsê emeliyatên leşkerî yên li Sûriye, Lubnan, Îraq û Yemenê ye, û di navxweyî Îranê de jî nîva aborî û hêza ewlehî û hêza leşkerî di bin destê Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî de ye.

Herwisa welatên wekî Erebistan û Behrêynê jî, di Çiriya Pêşîn de Spaha Pasdaran û berpirisên leşkerî yên Spaha Quds bi rêzbenda girûp û kesên ku tevlî kiryarên terorîstî ne zêde kiribûn.

Hêjayê basêye ku, ev biryara, “Donald Tramp” a xistina Spaha Pasdaran di nav rêzbenda reş a terorê de, hevdeme digel salroja biryara Donald Trump a vekşiyana wî ji lihevkirina Bercamê.