Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê avedaniyê li parêzgeha Urmiyê gefa qutkirina berqa werzêran dixwe

11:14 - 1 Adar 2022

Cihgirê Avedanî yê parêzgarê Urmiyê “Yasir Rehberdîn” çandina silkan li başûrê wê parêzgehê û bi taybet li devera Bokanê qedexe kiriye.

Cihgirê Avedanî yê parêzgarê Urmiyê “Yasir Rehberdîn” di civîna şêwraya parastina çavkaniyên avê di parêzgeha Urmiyê de gotiye: “Bi sedema çaresernebûna pirsgirêka kêmaviyê di wê parêzgehê de, em neçar in cora çandina berhemên werzêriyê biguherin”.

Herwisa navbirî bi tekezî got: “Divê bi cihê çandina silkan, em genim, kulza û dexûnadanan biçînin û bi rêya qutkirina berqa werzêran, em dê wê meşê kontrol bikin”.

Rejîma Îranê bi cihê dabeşkirina zanistî ya avê û bi bê berçavgirtina cora axa hewce bo berhemên werzêriyê, hewla guherîna berhemên çandiniyê dide û ku xisarên giran li pey xwe tîne.

Herwisa navbirê gotiye ku di wê parêzgehê de zêdetir ji milyonek û 80 hezar kes jiyana xwe bi rêya werzêriyê dabîn dikin lê navbirî bas ji wê yekê nake ku piraniya berhemên werzêran wekî sêv, meywe û pincar, bi sedema nebûna piştevanîkirina rejîmê bo peydakirina bazara firotinê, xisar dibin û werzêr rastî xisarên malî tên.