Roja Çarşemî 19`ê Xermanan, Spaha Pasdaran a terorîst li çiyayên Kurdistanê bi balafirên bê pîlot êrîş kire ser binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û herwisa bilindahiya “Telan” a ser bi devera “Sîdekan” bombebaran kir.
Di vê derheqê de, Nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst îdia kiribû ku, Spaha Pasdaran a terorîst binke û meqerên Hêza Pêşmergê Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji nav birine û derbeyek giran bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê xistiye.
Di vê derheqê de jî, Berpirsê Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Kawe Behramî”, di civînekê de digel malpera “Kurdistanmedia”yê got: “Spaha Pasdaran a terorîst di wê topbaranê de axa Herêma Kurdistanê û xaniyên welatiyên medenî kiriye armanc û ziyaneke berçav gihandiye xelkê wê deverê.”
Navbirî bi retkirina îdiayên Spaha Pasdaran a terorîst li derheq canjidestdan û birîndarbûna Pêşmergên Kurdistanê, ragihand: “Di wê topbaranê de Hêza Pêşmergê Kurdistanê rastî ti xisareke canî nehatine û tev Pêşmergên Kurdistanê selamet in.”