Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Pîşeyî ya Mamostayan bêserûşûn e

12:05 - 24 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Haşim Xastar Berpirsê Navenda Pîşeyî  ya Mamostayan bêserûşûn e, û mobayla wî jî vemirandî ye.

Li gora raporekê ku di malpera “irankargar” de belav bûye, Haşim Xastar Berpirsê Navenda Pîşeyî  ya Mamostayan li Meşhedê, û çalakê medenî ji roja Sêşemiyê ve bêserşûn e, û mobayla wî jî vemirandiye.

Malbata navbirî tirombêla wî li dervey bajarê Meşhedê dîtine, lê heya niha jî tu xeberek ji wî nîne.

Di roja 20`ê Rezberê de digel weşandina daxuyaniya “Şêvra Hevahengiya Rêkxistinên Ferhengiyên Îranê”, bona gireva du rojî, Haşim Xastar berpirsê Navenda Pîşeyî  ya Mamostayan jî daxwazek weha kiribû.

Wî wekî nûnerê mamostayên Îranê, di bersivdan û pêşwazîkirina ji daxuyaniya baskirî, ragehandibû ku em wekî kesên ferhengî dibe peyrewiyê bikin ji xelkê Îranê, ku bi awayekî bihêz di hemberî deshilatê de sekinîne, û di rojên 22 û 23`ê Rezberê jî, emê dest bi girevê bikin, da ku dersa berxwedanê li hemberî zordaran de bêjne deshilatdaran, û bêjne wan, ku heq nahê dan, belku tê standin.

Çend rojan berî niha jî Ferşîd Hekî çalakê jîngehê bi awayekî hovane hate kuştin, û niha jî ew mamosta bêserûşûn bûye, lewra hinek ji çalakên siyasî ser vê baweriyê ne ku renge ew kuştinên niha jî, berdewama qetlên zincîreyî bin.