
Tîma valîbala nûciwanên Îranê ku li sala 2017an bû yekemê cîhanê, bo kêbirkêya sala 2021an berpirs û bi rêveberekî nû hene ku serokê sendîkaya çilokebabiyên Qezwînê ye ku bûye cihê henekan.
Tîma valîbala nûciwanên Îranê ku tîma yekem a cîhanê ye bona kêbirkêya cîhanî ya sala 2021an li bajarê Tokiyo li Japonê xwe amade dike, berpirsê nû yê wê tîmê kesekî bi navê “Riza Eskerî” ye ku serokê sendîkaya çilokebabî û talaran li bajarê Qezwînê ye, kesekekî wiha neşareza dikare tîme yekem a cîhanê rastî pirsgirêkên micid bike.
Danîna “Riza Eskerî” wekî berpirs û birêveberê tîma valîbala nûciwanên Îranê, bûye cihê heyrîmanan qata werzişvanên Îranê û herwisa bûye cihê henekên civaka werzişvaniyê.
Serokê Federasiyona Valîbala Îranê, “Mîlad Teqewî”, derheq danîna serokê sendîkaya çilokebabiyên Qezwînê wekî berpirsê tîma valîbala nûciwanên Îranê de gotiye: “Her kes wa hizir dike ku em li xwaringehê rûniştine û me çilokebab xwarine û di wir de me berpirsê tîma netewî ya valîbala nûciwanan daniye”.
Nebûna kesek ji kesayetiyên berê yê valîbala Îranê wekî berpirsiyar û birêveberê tîma valîbala nûciwanên Îranê derbekî giran bi valîbala Îranê ye, rejîma Îranê bi vî awayî heneka xwe bi werzişwanên Îranê dike û danîna kesekî wiha, bêrêzî bi xelkê Îranê ye.