Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê pêwendiyên PDKÎ di Hewlêrê de tevî Leyla Zana û Sirî Sureya Onder hevdîtin pêk anî

21:51 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Pêvajoya çareseriya aştiyane a doza Kurd di Kurdistana Tirkiyê de û rola rejîma Îranê ji têkdana vê pirsê, di hevdîtina nûnerê PDKÎ tevî Leyla Zana û Sirî Sureya Onder de hat gengeşekirin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Sêşemiyê 22’ê Tîrmeha 2014’an de, Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê pêwendiyên PDKÎ di Hewlêrê de, bi armanca ji nêzîh ve harîdarkirin ji pêvajoya aştî û çareseriya navbera dewleta Tirkiyê û PKK û herwiha gengeşekirina bizava siyasî a deverê û Kurdistanê, di bargeha HDP li bajarê Hewlêr hevdîtin ligel Leyla Zana û Sirî Sureya Onder pêk anî.

Leyla Zana û şanda tevî wê, serbarê eyan kirina keyfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê, dîroka tejî ji serbilindî a PDKÎ ê her di avakirina Komara Kurdistanê ve heta berxwedaniyên hemberî rejîma Îslamî a Îranê û fîdakariya rêberên payebilinde wê di pêxema mafên gelê Kurd di Kurdistana rojhelat de bi bilid nirxand û li ser rol gêran û bandorên PDKÎ di pirsên neteweyî de pêdegirî kir û li ser vê bawerê bû ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê xwediyê pêgeh û ezmûnekî dewlemend e.

Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û berpirsê pêwendiyên PDKÎ di Hewlêrê de, serbarê gihandina silvên “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî ê PDKÎ bi Leyla Zana û hevalên wê, basek li ser rewşa nihaya Kurdistana Rojhelatê û pîlanên rejîma Îranê dij bi tevgera Kurdistan di her parçên Kurdistanê de û pêwendiya baş û saxlem di navbera aliyên siyasî yên her yek ji parên Kurdistanê û harîkarî kirina wan ligel yektir di pêxema bi dest anîna mafên gelê Kurd bi hewce zanî.

10082.jpg


Qadirî piştîwaniya PDKÎ ji piroseya aştî û çareseriya pirsa Kurd di Bakûrê Kurdistanê tevî dewleta Tirkiyê de li ser binemaya gotobêj û çareseriya aştiyane derbirî û hêvî xwast ku azadiya Ebdullah Ocelan pişkek ji vê pêvajoyê be.

Leyla Zana û Sureya Onder bi armanca gehandina nameya Ocelan bi Mesûd Barzanî serokê Herêmê û serdana Herêma Kurdistanê kiribû.