Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Peywendî yê KCK Şehîd bû

12:52 - 23 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê peywendiyên Koma Civakên Kurdistanê ( KCK ) di gel Hewaleke dinêye xwe li Bajarê Silêmaniyê hatne Şehîd kirin.

Kumîta peywendiyên derweye KCK`ê li daxuyaniyekê de ragihand, 2 kes ji endamên wan bi navên Seyîdxan Ayaz naskirî bi Demhat Egîd, û Eser Îrmak naskirî bi Cemîl Amed, li Bajarê Silêmaniyê li Başûra Kurdistanê, Şehîd ketine.

Li daxuyaniya KCK`ê de hatiye, ew 2 kese bi hegera êrişa esmaniya Dewleta Tirkiyê, li cihekê bi nave Çiyayê Ezmer Şehîd ketine.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: Herduk hewalên me ku mijulî xebata Netewî û dîplomasî û siyasî bûn, bi meqseda şareseriya tendurusiya xwe, serdana Bajarê Silêmaniyê kiribûn, li encama oparasyona Esmanî de hatine şehîd kirin.

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê li vê derbarê de bi belawkirina daxuyaniyekê ragihand: Demjimêr 5:10 paşnîvro 2 Kadrên pilebilinde PKK bi navên Demhat û Cemîl, li ser Çiyayê Ezmer li herêma geştiyarî û di nava xelkê Sivîl de bi avayê hovanê bûne emanca êrişê û hatine şehîd kirin.