Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê Sitada Artêşa Amerîka: Rejîma Îranê bila haya ji riftarên xwe hebe

17:28 - 12 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê Sitada Artêşa Amerîkayê di Kongireya wî welatî de, ragihand ku em digel Îranê kevtine qonaxekê ku egera tirsê zêde bûye.

General “Mark Alexsander Milley”( Jiniral Mark Mîlî), berpirsê Sitada hevpar a Artêşa Amerîka, roja Çwarşemî, 20`ê Sermawezê, li kongireya wî welatî de got: di rewşa niha de, rejîma Îranê dibe zêdetir haya riftarên xwe hebe.

Her wisa Jiniral “Mark Mîlî”, ragihand ku em di qonaxekî pir cihê tirsê digel rejîma Îranê, derbas dibin, lê dîsan jî di wê rewşa taybet de, me heta niha pêşiya xwe girtiye.

Di wê ciwînê de, nûnerekî Komarîxwaz ji berpirsê Sitada arteşa Amerîkayê û Wezîrê Bergiriya wî welatî pirsiyar kir: Heya kengê di hemberî rejîma Îranê de, dê bi nermî, riftarê bê kirin? Berpirsê Sitada Artêşa Amerîka di bersivê de got: top niha di nava erdê Îranê deye û bersiva Amerîka, girêdayî bi riftara rejîma Îranê ve ye.

Ew gotinane di demekê de hatine berbas ku di midehekê berî niha, çendîn êrîş,bo ser sazî û binkeyên Amerîka, di Îraqê de hatine kirinê, ku egera hindê heye ku rejîma Îranê dest têde hebe.

Berpirsê Sitada Artêşa Amerîka tekez kiriye ku rejîma Îslamiya Îranê, piştewanê bingehin yê terorîsmê ye û bi destêverdanan, dewer aloz kiriye.