Yek ji berpirsê payebilind yê ser bi Îtilaata Îsraîlê bas ji rola Îsraîlê di kuştina Fermandê Spaha Qudis “Qasim Silêmanî” yê terorîst kir.
Serokê Saziya Îtilaata Leşkerî ya Artêşa Îsraîlê “Tamiyêr Hêmin” li hevpeyvînekê digel nûçegihaniya “Wala” bas ji çawahiya biriyardana “Amerîka”yê li ser kuştina Fermandê Spaha Qudis a terorîst “Qasim Silêmanî” kir û got: “Zaniyarî û belge li ber destê me hebûn ku Silêmaniyê terorîst dixwast ji rêya kendavê ve êrîşên berfireh bike ser hêzên Amerîkayê, ev yeka bû sedemê vê ku “Amerîka” li ser kuştina “Qasim Silêmanî” biriyarek micid bide”.
Herwisa bas ji vê yekê kiriye ku “Qasim Silêmanî” di nav lîstê terorîstên “Amerîka”yê de bû û kuştina wî di sala 2020`an de xalek erênî û baş bû û navbirî got, “cihgirê wî yê niha “Îsmaîl Qaanî” kesek e ku şiyana biriyardanê nîne”.
Di dawiyê de bas ji kar û kiriyarê rejîma Îranê di warê çalakiyên navkî de kir û bas ji êrîşên Îsraîlê di çend mehên derbasbûyî de bo ser navendên navkî yên Îranê kir û herwisa bas ji nêzîkbûna Îranê bi bombeya navkî kir û got lê hêj gelek rê mane ku rejîm bombeya navkî bi dest bîne.