
Kurdistanmedia: Dadweriya giştî û Şoreşê ya bajarê Bocnûrdê, cihgirê îdareya Perwerde û Hînkirinê ya parêzgeha Xurasana Başûr bi tawana gendeliyê destbiser kir.
Li gorî raportên ku hatine belavkirin, Mihemedyaran dadwerê parêzgeha Bocnûrdê, di civîna berprisên dadweriyê yên parêzgeha Xurasana Başûr de, da xuyakirin ku, piştî lêkolînên hûr û raporta dezgehên çavdêriyê û Saziya Lêkolîn a giştî ya parêzgehê, cihêgirê malî yê îdareya Perwerde û Hînkirinê yê bajarê Mane û Similqanê, bi tawana gendelî û di destbiserdegirtina neyasayî ya perê dewletê destibser kirin.
Pêka raportên ku belavbûne, gendeliya wî berpirsî 500 milyon Tûmen hatiye ragehandin.
Her di vê pêwendiyê de, dadwerê giştî yê dadgeha Şoreş ya bajarê Bocnûrdê, di Xezelwera îsal de jî destbiserkirina Yehya Nîkdêl berpirsê Saziya Pîşe û Kanî û Ticaretê, bi tawana gendelî û parvekirina alavên dewletê ragehandibû.
Berprisên rejîmê di îdare û navendên cuda yên hikûmetê de gendeliyan dikin, eva di deme kê de ye ku , di deverên cuda yên Îranê de, bi taybet deverên sînorî, dersxwan bi sebeba nebûna xwendingehan, nebûna hewcehiyên destpêkî yên dersxwendinê, wekî hin dersxwenên bajarê Şadiganê ku di nav qebran de yan jî di kanêksan de dersê dixwînin, yan jî ji mafê dersxwsendinê bê par dimînin.