Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî polîsê rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de hate kuştin

12:53 - 6 Gulan 2021

Berpirsê polîsê hemberderketin li dijî madên hişber yê bajarê “Zehek” li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji aliyê kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.

Roja Çarşemî 5ê Gulanê, “Ehmed Tahirî” Fermandeyê hêza întizamî ya rejîma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê daye zanîn ku polîsekî rejîmê bi navê “Mehdî Şehrekî” ku pileya Sutwan yekimîyê hebûye û berpirsê polîsê hemberderketin li dijî madên hişber li bajarê “Zehek”ê bûye, ji aliyê çend kesan ve hatiye kuştin.

Herwisa navbirî daye zanîn ku ew polîs bi berketina gulle bi serê wî li maşînê de hatiye kuştin.

Pêka hin çavkaniyên din, ev polîsê rejîmê bi tola kuştina 3 ciwanên Belûç ên bi navên “Hemîd Gomşadzêhî, Nezîr Gomşadzêhî û Osman Gomşadzêhî” ku ji aliyê wî polîsê rejmê ve hatibûne kuştin, ji aliyê çend kesan ve bi armanca tolhildanê hatiye kuştin.

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê bi awayekî hovane xelkê Belûç tepeser dikin û bê hebûna ti hêcetekê rasterast teqê ji xelkê dikin û ciwanên Belûç dikujin û xelkê Belûç îşkence dikin.