Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî rejîma Îranê: Me 4 milyon ton genim kêm heye

15:58 - 22 Îlon 2020

Cihgirê Serokê Komisîyona Çandinî di meclîsa rejîmê de tevî bi derev derxistina axavtinên “Rûhanî” derheq xwebijêviya genim gotiye, “Em ne her di vê derheqê de xweşbijêv nînin belkî me 4 milyon ton genim kêm heye”.

“Celal Mehmûd Zade” Cihgirê Serokê Komisîyona Çandinî a rejîmê bi îşarekirin bi pejirandina guherîna yasa nirxa berhemên çandinî gotye, di demên borî de şwra aborî, nirxa genim diyarî dikir û Wezareta Çandinî ku yek nûner di nav wan 17 endamê Şwreyê de hebû, şiyana guherîna nirxa pesendkiriya genim nebûne,  lê niha Wezareta Çandinî bi dilê xwe nirxan bo diyarî dike.

Navbirî herwisa gotiye, di dema borî de ew nirxên Wezareta Çandinî pêşniyar kiribû ku me bi tundî dikarî ret bikin, lê niha ne tenê em nikarin biguherînin belkî nirxa wê bi ser me û werzêran de sepandine.

“Mehmûd Zade “ bas ji vê yekê kiriye ku, îsal dewleta Rûhanî neşiya genim li werzêran bikre, û dixwaze bi nirxekî kêm keda û mandîbûna saleke werzêran bikre, lê niha neçar e ku bi nirxekî zêdetir genim hawirde bike.

Berê jî “Hesen Rûhanî “ ragehandibû, em li derheqgenim, gehiştine asta xweşbijêviyê û me ti hewcehî bi hawrdekirina genim nîne, lê “Mehmûd Zade” ew axavtinên Serkomara rejîmê bi derev derxist.