Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî Taliban, di Maşîna Sipaha terorîstiye Pasdaran de hete girtin

13:34 - 23 Gulan 2020

Serokê ewlehiya netewiye wilayeta Heratê li Efxanistanê ragihand ku: hêzên emnî terorîstekî bile bilinde Taliban, di dema peya bûna ji Maşîna Sipaha Pastaran de, girtine.

Serokatiya Tenahiya Netewî ya Wilayeta Heratê ragihand ku wan Fermandê Serbaziye Taliba yê bi navê Qarî Şefî`e ku bi Hafiz Omerî jî tê naskirin li Heratê girtine ku çaxê ji Maşîna Sipaha Pasdarên Îranê de peya dibû.

Ev Fermandê Taliban berpirsê hemî wan teqîn û kuştaraneye ku Taliban li Wilayeta Heraê encam didan.

Herwisa ev endamê Konsêya Rêberiya Talibane jî.

Sipaha terorîstiye Pastaran Qerargehek bi navê Qerargeha Tepe Siyah bo destêwerdan û karê terorîstî li Efxanistanê heye, ku Qerargeha ser bi Sipaha Quds çiqa derweye Sipaha terorîste pastarên rejîma Îranê ye.

Girtina wî terorîstê pile bilinde Taliban di dema peyabûna ji Maşîna Sipahê, vê yekê îsbat dike ku, piştîwanê serekî yê Girûpa Terorîstiye Taliban, û sebebkarê tevdanî û nehêmin kirina Efxanistanê, rejîma Komara Îslamiye.

Pêşda jî gelek caran ji aliyê deshilatdarên Efxanistanê û welatên Rojavayî ve basê peywendiya di navbera rejîma Îranê û Girûpa Taliban dihate kirin.

Heya dema amadekirina wî nûçeyî, ne Îranê û ne Taliban çi bertekek di vê derbarê de ji xwe nedane xûyakirin.